Ji bo webê jî,
Ji bo dinyayê jî baş e.

Mozilla ne şîrketeke kevneşopî a nivîsbariyan e. Em komek in ku ji bo afirandina berhemên nivîsbariyê yên belaş û bi çavkaniya vekirî û ji bo mirovahiyê dixebitin. Em; bernamenûs, bazirgan, kontrolkar û dilxwaz ji bo ku web bibe çavkaniyeke kurewî ku bi awayekî vekirî bê bikaranîn dixebitin. Em bawer dikin ku çavkaniya vekirî dikare tecrûbeya herî ewle û bilez li her derî ji bo her kesî biafirîne.

Hilberînên me yên nivîsbariyê û teknolojiyên me ku gelek xelat wergirtine, bi 40 zimanî ji bo her kesî tên pêşkêşkirin.

Navenda Mozillayê li Kaliforniya Mountain Viewê ye, nivîsgehên herêmî jî li Auckland, Pekîn, Kopenhag, Parîs, Tokyo û Torontoyê ne.