Hûn dixwazin ji me re bibin alîkar? Hewce nake ku hûn C++ baş bikarbînin (jixwe hewce nake ku hûn zanibin ew çi ye) û hewce nake hûn zêde dema xwe veqetînin.
Çend Riyên Hêsan ji bo Alîkariyê
- Ji malbata xweû hevalên xwe re qala hilberînên Mozillayê bikin
- Alîkariyê bidin kesên li panoya me û forumên me
- Tevli komên me yên bazirganiyê bibin û xwedî li kampanyaya me derkevin
- Ji koma pêşdebiran de raporên çewtiyan bişînin
- Bi gerînendeyên malperên ku bi hilberînên Mozillayê baş naxebitin re têkevin têkiliyê
- Ji bo Weqfa Mozillayê bexş bikin
Ji bo kesên ji teknîkê fêm dikin...
- Tev li koma kontrolkirina kalîteyê bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikevin têkiliyê
- Ji bo raçavkirin û nivîsandina belgeyên ji bo pêşdebiran bibin alîkar
- Ji bo raçavkirin û nivîsandina belgeyên ji bo bikarhênerên dawî bibin alîkar
- Bi pêşdebirina pêvekan sûdê bidin ekosîstema Firefoxê
- Tiştên xerab rast bikin an jî kodan binivîsin
